Haydar Şahin
13 Mijdar 2020•Rojanekirin: 14 Mijdar 2020
Li Misrê kesekê şertên jiyanê û gendelî protesto dikir li Meydana Tehrîrê ya li Qahireya paytext agir berî bedena xwe da.
Li gor dîmenên li ser medyaya civakî hatin weşandin, Mihemed Husniyê 40 salî yê welatiyê Misrê ji rewşa aboriya xwe û gelendeliyê gilîdar bû û xwe şewitand.
Di vîdeoyê da beriya ku Husnî agir berî bedena xwe bide dibêje ku "ji ber ku gendeliya rayedarên payebilind ên dewletê derxist holê ez ji kar hatim avêtin û Saziya Ewlekariya Neteweyî ya Wezareta Karên Navxweyî jî seba min jêpirsîn dan kirin."
Husnî dirûşmeya "Welatê min, diz te bi rêva dibin" got û xwe şewitand.
Bikarhênerên medyaya civakî jî Husnî şibandin Mihemed Buezîziyê di berfanbara 2010an da xwe şewitand û bû sedema destpêkirina Bihara Ereban.