Haydar Şahin
13 Mijdar 2020•Rojanekirin: 14 Mijdar 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 461 zêde bû û derkete 40 hezar û 582.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 461 kes mirin û 11 hezar û 737 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 40 hezar û 582 kesî, ya pêketiyan jî derket 738 hezar û 322an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 630 pêketiyan giran e, heta niha 546 hezar û 642 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 5 milyon û 424 hezar û 479 test hatine kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Li 25 eyalet û 89 navçeyên Îranê biryar hatibû dayîn ku karxaneyên mecbûriyeta wan tunin werin girtin. Wekî mayîn ketin û derketina 25 eyaletan jî hatibû qedexekirin.