MÎNYA
Cezayê îdamê yê ku li Misrê der barê 183 kesan de bi mebesta "teşwîqkirina tundiyê û êrîşên li ser qereqolan" de hatibû dayîn, hat qebûlkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavakaniyên dadê hatin hildan, cezayê 183 kesan ku di nav de Serokê Konseya Şêwirmendiyê ya Birayên Misilman (Îxwan) Mihemed Bediî jî heye, hat qebûlkirin.
Bi hinceta "teşwîqkirina tundiyê û êrîşên li ser qereqolan" 683 kes dihatin darizandin û Dadgeha Cezayê ya Mînyayê biryara îdamê ya der barê 183 kesan de qebûl kir. Dadgehê 2 kes jê jin der barê 4 kesan de jî cezayê muebbetê da û 496 kesan jî serbest berda.
Dadgehê dosyeya 683 kesan yên ku cezayê îdamê xwaribûn, di 28ê nîsanê de sewqî Miftiyê Misrê kiribû û biryar dabû ku dê qerarê dawî di 21ê hezîranê de dê were eşkerekirin.