Önder Beyter
06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
DELHIYA NÛ
Li Bangladeşê Dadgeha Bilind biryara idamê ya der heqê lîderê Partiya Cemaeta Îslamî Motiur Rahman Nîzamî de ku ji hin bûyerên dema şerê serxwebûnê ya di sala 1971ê da berpirsiyar tê dîtin, pesend kir.
Surendra Kumar Sinha ku serokê heyeta dadgeha ku ji çar dadgeran pêk tê ye daxuyand ku serîlêdana nirxandina biryara der heqê Nîzamî da hat redkirin. Dadgeha Navneteweyî ya Sûcên Şer ya ku di 2014an da bi destê hikûmeta mewcûd hatibû avakirin der heqê Nîzamî da biryara idamê dabû.
Parêzerên Nîzamî jî biryar rexne kirin. Piştî daxuyaniya Dadgeha Bilind, Partiya Cemaeta Îslamî ji bo tevahiya welat banga greva giştî kir.
Li ber Nîzamî hemû rêyên hiqûqa navxwe xilas bûn. Li gorî yasayê ji bo efûyê Nîzamî dikare serî li serokê dewletê bide.
Tê gotin ku di şerê serxwebûnê da Nîzamî fermandariya hêzên El-Bedrê kiriye û herwisa ku tê îdiakirin jî hêzên El-Bedrê piştgirî da artêşa Pakistanê. Bi tawanbariya hevkariya artêşa Pakistanê û digel çalakiyên dijî sivîlan ji ber 16 sûcdariyên cuda Nîzamî hat darizandin û cezayê idamê hat dayîn.
Pakistan di 1947an da ji Hindistanê veqetiyabû û serxwebûna xwe îlan kiribû. Lê di 1971ê da li rojhilatê şerê navweyî dest pê kiribû û bi avabûna dewleta Bangladeşê va bidawî bibû. Piştî ku beşek ji xelkê rojhilatê welat doza serxwebûnê kir, Pakistanê gelek esker sewqî herêmê kiribû. Di dema şerê navxweyî da biqasî 10 milyon sivilî malê xwe terikandibûn, mecbûr mabûn û ji rojhilatê Pakistanê koçî Hindistanê kiribûn. Li ser vê di berfanbara 1971ê da hikûmeta Hindistanê, Pakistana Rojhilat yê ku niha wekî Bangladeş tê zanîn dagir kiribû. Dû re li Dakkayê eskerên Pakistanê teslîmî hêzên ewlekariyê yên Hindistanê bibûn û li ser vê jî di 16ê Berfanbara 1971ê da Pakistana Rojhilat bi navê xwe yê nû Bangladeş va serxwebûna xwe îlan kiribû. Di şerê navxweyî yê ku nêzîkê 9 mehan dewam kiribû da zêdetirî 3 milyon mirovî miribû, bi milyonan jî birîndar bibûn.