ERBÎL
Wezîrê Mexdûrên Enfalê û Şehîdên Herêma Kurdistanê Ehmed Aram diyar kir, biryar dan ku Qetlîama Helepçeyê û Operasyonên Enfalê bibin Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Aram, civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand heta ku qirkirina kurdên li Iraqê di Kongreya DYAyê de bê qebûlkirin dê bixebitin. Aram da zanîn ku Enstîtuya Diyalogê (Dîalogûe Instîtûte) derbarê qirkirinê de pêşnûmayeke qanûnê ya ku dê pêşkeşî kongreyê bikin, amade dike. Aram bal kişand ku heke qetlîam di kongreyê de bê qebûlkirin, dê bandorên wê yên navneteweyî çêbin û got ku dê pişt re hin welatên din jî haman tiştê bikin.