Elif Irmak
23 Îlon 2020•Rojanekirin: 24 Îlon 2020
Çalakiyên ku piştî banga ji bo xwepêşandanên dijî rejimê ya Mihemed Eliyê mitehîdê mixalif ê Misrî yê ku li Îspanyayê sirgûn dijî dest pê kirin li hin bajêran dewam dikin.
Li gor Tora Nûçeyan a Rasdê ya mixalifê rejima Misrê çalakiyên dijî rêveberiya Serokomar Ebdulfetah es-Sîsî duh şev jî li bajarên cuda yên Misrê dewam kir.
Di çarçoveya çalakiyên ku wekî "raperîna îlonê" tên binavkirin da li herêmên cuda yên bajarên Benî Suweyf û Gîzayê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di çalakiyên ku li gundê Eş-Şînnawiyê Benî Suweyfê bi şev hatin lidarxistin da dirûşmeyên wekî "Sîsî biqeşte" "Misriyên bêdeng çima deng dernaxînin?" hatin berzkirin.
Li herêma Atifê ya bajarê Gîzayê jî bi sirûşmeya "Şoreş dewam dike" xwepêşandanên protestoyê hatin lidarxistin. Di çalakiyên vir da rewşa aborî û bihayên li welêt hatin ziman û hat xwestin ku birêvebiriya Sîsî biçe.
Di çapemeniya piştgirê rejima Misrê da jî nûçeyên dibêjin ku li welêt sikûnet heye û "Mirovan guh nedan bangên Mihemed Elî" tên çêkirin û tê îdiakirin ku dîmenên di çapemeniya civakî da kevin in. Lêbelê hin xwepêşandêr di dîmenên ku bi têlefonên destan hatine kişandin da dîroka xwepêşandanan dibêjin û ev yek jî balê dikşîne.
Di xeber û dîmenên ku qenalên televîzyonê yên komên mixalif ên wekî "Muemmîlîn" û "Şerq"ê yên ku li dervayî Misrê weşanê dikin da tê diyarkirin ku di navbera polês û xwepêşandêran da xirecir qewimiye, polês ji bo ku xwepêşandêran belav bike bombeyên rondikrêj bi kar tîne.
Mitehîdê mixalif ê Misrî Mihemed Elî par jî di meha îlonê da bangî gel kiribû ku dijî rêveberiya Sîsî çalakiyan bikin û ev banga wî qismî bi cî hatibû.