Haydar Şahin
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 24 Îlon 2020
Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê li Qahireyê bi Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê û Aqîle Salihê Serokê Meclisa Nûneran a li Tobrukê ra hat ba hev.
Di daxuyaniya nicîskî ya Serokomariya Misrê da hat diyarkirin ku Sîsî îro şeveqê bi Hefter û Salih ra hat ba hev, di hevdîtinê da Genral Ebas Kamilê Serokê Îstixbarata Misrê jî amade bû.
Hat ragihandin ku Sîsî di hevdîtinê da der barê geşedanên li Lîbyayê, pêkanîna agirbestê û hewlên pêvajoya aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) da agahî hilda.
Fayîz Seracê Serokê Lîbyayê û Aqîle Salihê Serokê Meclisa Nûneran a Tobrukê ya mitefîqê siyasî yê Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû di 21ê tebaxê roja înê da diyar kiribûn ku biryara agirbestê dan.
Lêbelê milîsên Hefter ligel biryarê car caran agirbest binpê kirin.