Fatma Esma Arslan Özdel
03 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Li Mizgefta Massalîkoul Jînaanê ya li Dakara paytextê Senegalê kelecana fitara ewil çêbû.
Mizgefta Massalîkoul Jînaanê ya li Colobaneya taxa Dakarê mizgefta herî mezin ya Afrîkaya Rojava ye ku îsal jî wek her sal li mizgeftê sifreya fitarê ya belaş hat raxistin.
Bi hezaran jin û mêr li mizgeftê hatin bal hev û li ser sifreya fitarê ya ku ji sandvîç, qehwe, av û xurmeyê pêk tê fitara xwe vekir.

Furkan Şîşmanê li Dakarê dijî û beşdarî fitarê bû diyar kir ku ew kêfxweş e ku bi hezaran kesî ra li mizgeftê di heman saetê da li dora sifreya ku hatiye raxistin fitara xwe vedike.

Hatîce Tutucu Şîşmanê jî anî ziman ku wê li cihê jinan a mizgeftê bi Senegaliyan ra fitara xwe vekiriye û bandora vê atmosferê gelekî li ser wê çêbûye.

Li Senegalê destpêka meha Remezanê wek 2yê Adarê hatibû eşkerekirin.
Li mizgefta ku di sala 2019yan da ji aliyê terîqata Murîdiyan va hatiye vekirin, ji sala 2021î û vir va her Remezan 30 roj fitara bêpere tê dayîn û bi xitmê va nimêja terawîhê tê kirin.
