Elif Orhan
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
MOSKOVA
Li Rûsyayê otobês ket buhêreke jêrîn û di qezayê de herî kêm 5 kes mirin û 15 kes birîndar bûn.
Otobêsa şaredariyê kete buhêreke jêrîn a ku rawesta metroyê ya Xaçerêya Slavyanskiyê ya li Moskovayê lê ye.
Otobêsê da ser peyayên li buhêra jêrîn û di qezayê de herî kêm 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên ewlehiyê yên ku daxuyanî dan nûçegihanê AAyê gotin ku bûyer êrişa terorî nîne, otobês ji kontrola ajokar derketiye û qeza çêbûye.
Gelek firoke, ambûlans û ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Der barê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.