Türkan Tosun
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ABUJA
Li bakurê rojhilata Nijeryayê di êrişên xwekujiyê de 13 kes hatin kuştin.
Damîan Chukwuyê rayedarê ewlekariyê yê payebilind ji çapemeniyê re daxuyand ku li eyaleta Bornoyê 3 êrişên xwekujiyê hatin kirin.
Chukwu got di van êrişan de 13 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrişeke xwekujiyê li Maîduguriyê, herduyên din jî li bajarê Muna Daltiyê hatine kirin.
Heta niha tu kesî berpirsiyariya êrişê hilnedaye ser xwe, lê rêxistina terorî Boko Heram li herêmê êrişên wiha dike.
Rêxistina terorî Boko Heramê li Nijeryayê ji serê sala 2000an pê va dest bi çalakiyan kir. Dema ku serokê rêxistinê Mûhemmed Ûsiv di bin çav de bû mir, rêxistinê jî ji sala 2009an pê va dest bi êrişên girseyî kir. Ji ber êrişên rêxistinê û pevçûnan bi sed hezaran mirov mecbûr man ku koç bikin.