HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku wî berpirsyarên Şengala navçeya Mûsilê ku ket destê endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji wezîfeyê dûr xistin.
Barzanî di peyama ku weşand de wiha got: "Di bûyera Şengalê de li ser xwîşk û birayên me yên êzdî bobelatek qewimî. Hemû wezîfedarên wê herêmê, rayedarên leşkerî, ewlekarî û partiyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ji bo rastî derkeve holê komîsyona lêkolînê hat avakirin. Komîsyon dê cezayê van berpirsyaran eşkere bike û biryarê bide. Kesên ku di parastina gel û pêşmergeyan de îhmalkariyê bikin dê ceza li wan bê birîn.
Barzanî destnîşan kir ku ew bobelata li Çiyayê Şengalê bi tenê nehatiye serê êzdiyan û wiha pê de çû: "Ev bobelat ji bo me hemûyan şermezarî ye. Ew rayedarên ku li wê derê bûn bihatina kuştin jî divê dev ji gelê wê derê bernedana. Li gor sozê ku dabûn min divê wan jî wek pêşmergeyên egît şer bikirina û Şengalê biparastina. Bi îzna Xwedê em ê nêhêlin ku dijmin bigihîje armanca xwe. Bi îzna Xwedayê Dilovan, bi vîna gel û pêşmergeyan ve em ê terorîstan têk bibin. Em ê hefya cangorî, penaber û bobelata Şengalê bistînin."
Barzanî ji DYA û welatên din ên ku ji bo xelaskirina êzdiyên li Çiyayê Şengalê dîl ketibûn hewl û piştgirî dan jî spas kir.
- Bûyera Şengalê
Endamên DÎŞIyê piştî ku pêşmerge ji Şengalê vekişiyan di 3ê tebaxê de navçe kirin bin kontrola xwe. Piştî ku DÎŞI ket herêmê bi hezaran êzdiyên şêniyên navçeyê dev ji mal û milkên xwe berdan û xwe spartin Çiyayê Şengalê. Ji ber vê bûyerê rayedar, pêşmerge, fermandar û wezîfedarên ku li Şengalê bûn di parastina gel de ji ber ku îhmalkarî kirine hatin sûcdarkirin.