ÎSLAMABAD
Li Pakistanê otobês û kamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de 56 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Otobêseke rewiyan a ku ji Swata herêma li ser eyaleta Hayber Pakhtun Huvaha ku li bakurê rojavayê welêt e diçû bajaroka Qereçiyê li tanga Sukura bajaroka li ser eyaleta Sîndê li kapmonekê qelibî.
Hat ragihandin ku di qezayê de 56 kesên ku jin û zar jî tev in mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyan birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
Li gor agahiyên rayedaran, sedema mirina gelek rêwiyan jî şewata ku di erebeyê de derketiye ye.
Sala par jî di meha nîsanê de li heman cihî otobêseke ku ji bajarê Dera Ghazi Xanê diçû Qereçiyê li kamyonekê qelibîbû û di qezayê de 42 kes miribûn û 17 kes jî birîndar bibûn.