MARDÎN
Li gor agahiyan dê Makezanista Çand û Zimanê Suryanikî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê di meha adarê de qursên suryanikî û îbranîkî ya bi sertifîka veke.
Arîkarê Rektor û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim diyar kir ku dê qurs li gor daxwaza qursiyerên ku qeydên xwe li qursên suryanikî û îbranîkî vekirin, ders dê dawiya hefteyê an jî hundirê hefteyê di navbera saetên xebatê û derveyî saetên xebatê de bê dayîn.
Yildirim got ku qeydan dest pê kirine, ders dê di asta destpêkê de bên dayîn û qurs dê 3 mehan berdewam bike û wiha axivî: "Zimanê qursa suryanikî dê erebî û suryanikî, zimanê qursa îbranîkî jî dê îngilizî û îbranîkî be. Xwendekarên ku beşdarî qursê bûn dê di dawiya qursê de bikevin ezmûnê. Xwendekar heke ji ezmûnê derbas bibin dê mafê wergirtina sertîfikayên ku dê ji aliyê enstîtuyê ve bê dayîn, bi dest bixin.