Önder Beyter
14 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
TRABLUS
Li Libyayê Hêzên Deryayî yên li ser Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî ragihand ku li peravê rojavayê welêt 119 koçberên qaçax hatin xilaskirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hêzên Deryayî da wiha hat gotin, "Ji Misir, Senegal û welatên mayîn yên Afrîkayê 119 koçberên qçax ku di navê da 11 jin û 2 zarok jî hene, hatin xilaskirin."
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku pêdiviyên mirovî yên koçberan hatin bicihanîn û herwiha dû ra koçber birin Baregeha Deryayî ya Trablusê û ji wir jî şandin Navenda Starê ya Tacûrayê.
Li gorî çavkaniyên xwemalî û navneteweyî, li Libyayê ji 24 welatan koçber hene. Ji sedî 95ê van, Afrîkayî ne ku hewl didin ji ser Behra Spî ra biçin Ewropayê.