18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
Li Sûriyeyê li bajarê Reqayê ya di bin dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye 2 teqîn çêbûn û di teqînan da herî kêm 20 terorîstên YPG/PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Reqaya bajarê Sûriyeyê nîvê şevê di avahiya esayîşê ya terorîstên YPG/PKKyî bi kar dianîn û navenda polêsan a eskerî da 2 teqîn çêbûn.
Di encama êrîşên tê texmînkirin ku bi wesayîtên bombebarkirî hatine kirin da herî kêm 20 terorîstên YPG/PKKyî hatin kuştin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî teqînan di nav rêxistina terorê da qerebalixî çêbû û nehîştin tu kes nêzî herêma bûyerê bibe.
Li Minbicê pêr li navenda meclisa eskerî ya YPG/PKKyê teqîn çêbibû û DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşê hildabû ser xwe.
Reqaya bajarê Sûriyeyê di rêbendana 2014an da ketibû destê DEAŞa rêxistina terorê, di 17ê cotmeha 2017an da YPG/PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya hewayî ya Amerîkayê Reqa dagir kiribû.