09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
HELEB
Her çiqas Rûsyayê ragihand ku li rojhilatê Heleba Sûriyeyê rejima Beşar Esed û alîgirên wê navber dane êrîşan û bi hezaran sivîl tên tehliyekirin, bombebarana rejimê dewam dike.
Ji do êvarê vir va li herêmê kes nehatiye tehliyekirin.
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê do li Hamburgê piştî hevdîtina bi John Kerryê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê ra destnîşan kiribû ku di saet 20.30yan da ji bo tehliyekirina sivîlan rejimê navber daye operasyonên xwe yên leşkerî yên li Helebê.
Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyaniyeke teze da û diyar kir ku 2 hezar û 900ê wan zarok 8 hezar û 500 sivîl hatin tehliyekirin, gelek milîsan sîlahên xwe danîn û teslîm bûn û bi destê Esed hatin efûkirin.
Lê belê li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Helebê da, piştî daxuyaniya Lavrov qasî demekê top nehatin agirkirin û di saet 23.00yan da dîsa dest pê kirin û top avêtin. Bi firakeyan mayînên behrê avêtin ser taxên Fîrdews û Şêx Seîdê.
Bomberana ku hetanî şebeqê dewam kir qasî çend saetan sekinî û paşê dîsa dewam kir.
Vêga artêşa Esed û milîsên şiî ji beja û hewayê guleyan di ser herêmên Zibdiye, Şêx Seîd, Yusiv, Sêyf elDewle, Cûb Şelebî, Fîrdews, Bustan el Qesr, Sukerî û Meadiyê da dibarînin.
- Tu tehliyekirina sivîlan tuneye
Li gor teyîdkirina nûçegihanên AAyê yên ku ji çavkaniyên cuda hatin stendin heta niha tu sivîl nehatine tehliyekirin û şervan hê li wê derê ne.
Ji Artêşa Sûriyeyê ya Azad fermandar Mihemed Şêx daxuanî da nûçegihanê AAyê û got ji herêmê heta niha ne tu kesên sivîl, ne jî tu şervan derneketine û êrîşên rejimê jî bênavber dewam dike.
Rayêdarê Tîma Parastina Sivîlên Helebê Mehmûd Nawli îdia derewandin û wiha got: "Îdiayên Rûsyayê ne rast in. Gotina ku dibêjin hinek muxalif teslîm bûne derew e. Çek danenîn. Ev îdia hemû lîstik û derew in."