09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
HELEB
Hat ragihandin ku rejima Esed û alîgirên wê li rojhilatê Helebê êrîşî herêmên di destê mixalifan da kirin û di êrîşan da 46 kes mirin û 230 kes birîndar bûn.
Necib Ensariyê Midûrê Parastina Sivîl a li Helebê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku rejima Esed û alîgirên wê li rojhilatê Helebê ji hewa û bejayiyê va êrîşî semtên di destê mixalifan da ne dikin.
Ensarî diyar kir ku 140 êrîşên esmanî birin ser herêmên mixalifan û wiha got: "Di êrîşên rejim û hevalbendên wê da li Cellumê 6, li Bab Kinnisriynê 7, li Kellaseyê 9, li Bustan el-Qesrê 5, li Mexayirê 2, Meadiyê 7, Firdewsê 3, li Ensariyê 4, li Zibdiyyeyê 2 û li Mesakin Firdewsê kesek mir û 230 kes birîndar bûn."