04 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
HEWLÊR
Hemîn Hewramiyê Serşêwirmendê Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir li Şengala navçeya Mûsilê di navbera pêşmerge û PKKya rêxistina terorê da ji bo 24 saetan agirbest çêbû.
Hewramî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir da wiha got: "Di encama civîna di navbera fermandarên pêşmergeyan û PKKyiyên li Şengalê da pevçûn derket. Li Sinuna herêma Şengalê ji bo 24 saetan agirbest hat çêkirin. Ji bo rageşiya di navbera PKK û pêşmergeyan da ji hoê rabe sibê wê civîn were çêkirin. Divê PKK ji pêşmergeyan ra astengiyan dernexe."
Li Şengalê di navbera milîtanên PKKyê û hêzên Pêşmergeyên Kurd ên Sûriyeyê yên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan da pevçûn derketibû û di pevçûnê da 4 pêşmerge û 3 endamên PKKyê birîndar bûbûn.
PKK di tebaxa 2014an da bi hinceta êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya li ser Şengalê ketibû herêmê. PKK digel hişyariyên Hikûmeta Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji herêmê derneketibû. Êzdiyên li herêmê jî ji hebû PKKyê ya li herêmê aciz in. Rêvebirên êzdiyên destnîşan dikin bila PKK ji Şengalê vekişe.