04 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
CENEVRE
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mistûra diyar kir ku hevdîtinên Cenewre 4ê yên li ser Sûriyeyê bi dawî bûn û ji bo tûra 5emîn di nav meha adarê da wê hemû aliyan dîsa dewetî Cenewreyê bikin.
Mistûra roja dawîn a hevdîtinên Cenewre 4ê ku di 23ê sibatê dest pê kiribû da bi heyeta rejima Beşar Esed, heyetên nêzî rêveberiya Qahire û Moskovayê û heyeta muxalefetê ya ku serokê wê Nasir el-Herîrî ye ra yek bi yek hevdîtin kir.

Mistûra piştî hevdîtinan li Ofîsa Cenewreyê ya NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û hevdîtin nirxandin û destnîşan kir ku ji bo hevdîtinên tûra 5emîn wê di nav meha adarê da gazî hemû aliyan bike.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYê Mistûra ragihand ku ji bo tûra pêşerojê êdî li ber wan rojeveke diyar heye.

Nûnerê NYê got ku rêveberiya berwext, amadekirina makezagonê û bi awayekî azad û adil pêkhatina hilbijartinan jî di nav da wek xala 4emîn jî li ser têkoşîna dijî terorê û di demeke nêz da zêdekirina tewdîrên ewlehiyê lihevkirin pêk hat.
"Di têkoşîna li dijî terorê da şirîkê herî rast ASA ye"

Nasir el-Herîrî jî piştî hevdîtina bi Mistûra ra daxuyanî da û destnîşan kir ku ew bi biryar in li dijî rêxistinên terorê şerê we bidomînin û wiha pê da çû: "Di têkoşîna li dijî terorê da şirîkê herî rast Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) e."