Fatih Gazioğlu
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
GAZÎANTEP
Li hemberî deriyê sînorê gumrukê yê li navçeya Qarqamişê nexweşxaneyeke sehrayê wê bê çêkirin. Ji bo çêkirina nexweşxaneyê xebatan dest pê kir.
Ekîbên Xelaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) yên ku li Gazîentab û Hatayê wezîfedar in, li ser telîmata Wezareta Tenduristiyê li Deriyê Gumrukê yê Qarqamişê ji bo çêkirina nexweşxaneya sehrayê dest bi xebatê kirin.

Tîman hin kon vedan û darbestên berwext danîn û îzolasyona binê erdê jî çêkirin. Xebata tîman wê di 2 rojan de temam bibe.

Li gor agahiyan nexweşxaneya sehrayê dikare xizmeta acil ya ewil bide 10 nexweşan.
Ji hêla din va hat ragihandin ku li Şanliurfa û Mêrdînê jî wê nexweşxaneyên sehrayê werin çêkirin.