Fatih Gazioğlu
09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 11 Mijdar 2019
Li Şiliyê di çalakiyên dijî hikûmetê yên ku ji ber zem û bihabûnê derketin hê dewam dikin.
Li gelek herêmên welêt gel derket kolanan û hikûmeta Sebastîan Pînerayê protesto kirin.
Çalakvan piranî li Santîagoya paytextê welêt li Qada Îtalyayê kom bûn.
Li hin herêmên welêt hêzên ewlekariyê û çalakvan bi hev diçin û bûyerên talankariyê jî dewam dikin. Gelek caran di navbera polês û çalakvanan pevçûn derdikevin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Şiliyê li Qada Îtalyayê qasî 75 hezar kes kom bûn û hikûmet protesto kirin.
Hin çalakvan ketin Dêra La Asuncîonê ya li Santîagoyê û dêr talan kirin. Çalakvanan mobîlyayên di dêra derxistin derva va û ji xwe ra kirin barîkat û agir berdanê.
Ji hêla din va avahiya dîrokî ya Zanîngeha Pedro de Valvîdîayê ya ku di sala 1915an hatibû avakirin ji hêla çalakvanan hat şewitandin.
Şewat piştî demekê ji hêla tîmên agirkujiyê va hat temirandin.
- Çalakiyên li Şiliyê
Li Şîliya welatê Amerîkaya Başûr xwepêşandanên dijî hikûmetê û bûyerên şidetê yên ku di 6ê cotmehê da ji ber zema li ser bihayê metroyê yên li paytext Santîagoyê dest pê kirin û di 18ê cotmehê da gur bûn û li gelek bajaran bûn sedema talanê û hê jî didomin.
Ji ber çalakiyan heta niha 23 kes hatin kuştin, hezar 218 kes jî birîndar bûn û 9 hezar 203 kes jî hatin binçavkirin.
Serokê Dewleta Şiliyê Sebestîan Pînera, wezîrên darayî û karên navxweyî jî di nav da 8 wezîr guherandin lê digel vê çalakî bi taybetî li paytext Santîagoyê didomin.
Li Qada Îtalyayê 25ê cotmehê milyonek û 200 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.
Li Şîliyê ji ber çalakiyên ku çendî roj in dewam dikin digel ku hikûmetê paşda gav avêt jî ranawestin piştî ku dîktator Augusto Pînochet di 1990î da hat dûrxistin cara ewil digel ku bobelata siruştî tune "rewşa acîl" hatibû îlankirin û peywira pêkanîna ewlehiyê dabûn artêşê.