BAGDAT
Li gor daxuyaniya Mîsyona Alîkariyê (UNAMI) ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2013an de, bi taybetî jî di meha çileya pêşîn de li Iraqê bûyerên tundiyê zêde bûne û tenê di vê mehê de jê 661 kes sivîl 759 kes mirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di meha çileya pêşîn de êrîş herî zêde li Bexdayê pêk hatine û 254 kes mirine. Di vê mehê de lii bajarê Selaheddînê 102, li Diyalayê 99, li Nînovayê 105 û li Enbarê jî 62 kes mirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 2013an de bûyerên tundiyê ji sala 2008an heta niha tim zêde bûye. Di daxuyaniyê banga Nûnerê Taybet ê NYê yê Iraqê Nîkolay Mladenov jî cih girt ku li rayedarên Iraqê bang dike ku bila ji pirsgirêka tundiyê re çareserî bê dîtin.