ERBÎL
Li bajarên Fellûce û Ramadiyê yên Iraqê di nav refên artêş û eşîr û komên çekdar de ev nêzîkî 10 rojan e şer dewam dike. Ji ber şer û pevçûnê gelek malbatan ji herêmê koç kir. Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî got: "Di nav hefteyekê de piranî jin û zarok 13 hezar kes hatin Hewlêrê."
Ji ber şer li herêmên herî zêde sunî lê dijîn koçkirin zêdetir bû. Xelkên li bajarên Fellûce û Ramadiyê dijîn koçî Bexda, Kerbela, Diyala, Misûlê dikin. Herwiha gelê herêmê koçî bajarê Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqa Federal jî dikin.
Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî der barê koçkirinê de agahî da nûçegihanê AAyê û got: "Ji ber şer gelê herêma Fellûce û Ramadiyê mal û milkên xwe terk dikin. Gelê herêmê ji mecbûrî koç dikin û xwe dispêrin bajarên din. Gelek kes hatin Hewlêrê jî. Di nav hefteyekê de piranî jin û zarok 13 hezar kes hatin Hewlêrê."
Hadî da zanîn ku hin penaberan di hotêlan de bi cih kirine û hin jî li cem malbatên xwe bi cih bûne. Hadî got: "Em hêvî dikin ku di demeke kurt de ev bûyer bi dawî bibin û malbatên penaber vegerin cih û warên xwe."
Hadî wiha dewam kir: "Ji bo avakirina kampê me hê biryarek nedaye. Wek ku min got penaber dê demekê li vir bimînin. Niha em li rewşê dinihêrin û çi ji destê me tê dikin. Bûyerên diqewimin hemû Iraqiyan eleqedar dikin."