Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Li Srî Lankayê di sê dêr û sê otelan da teqîn çêbûn, 207 kes mirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîş hatin kirin.
Piştî êrîşên serê sibê li Dehiwalaya banliyoya paytext Colomboyê nêzî baxçeyê heywanan û Dematogoyê teqîn çêbûn.
BBcyê daxuyand di êrîşên dêr û otelan da 207 kes mirin û 450 kes jî birîndar bûn.

- Di nav miriyan da herî kêm 27 kesên biyanî hene
Wezareta Karên Derva yê Srî Lankayê daxuyand di nav mirî û birîndaran da 27 kesên biyanî hene.
Di nav mirî û birîndaran da 2 welatiyên Tirk ên bi navê Serhan Selçuk Narîçî û Yîgît Alî Çavuş jî hene.
Ji hêla din li Dematogoya Colomboyê ji bo ku şikbar bên girtin polêsan di malekê da operasyon kirin, di operasyonê da 3 polês hatin kuştin.
Li welêt 7 kesên eleqeyan wan bi van êrîşan ra heye hatin binçavkirin.
Ji van teqînan herî kêm du heb êrîşên xwekujiyê ne û hê tu kesî berpirsyariya êrîşan qebûl nekiriye.

- Derketina derva hat qedexekirin
Piştî teqînan li welêt ji saet 18.00an heta serê sibê 06.00an derketina derva qasî 12 saetan hat qedexekirin.
Serokê Dewleta Srî Lankayê Maîthrîpala Sîrîsena piştî êrîşên li dêr û otelan û 2 teqînên din ên ku paşê çêbûn telîmat da ku li hemberî van berpirsyarên bûyerên terorê bitund bê tevgerîn.
Sîrîsena bangî welatiyan kir ku ew aram tevbigerin, guh nedin nûçeyên derew û wiha daxuyand: "Min telîmat da li hemberî kesên ji vê komployê berpirsyar in bi awayekî tund bê tevgerin."
Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe daxuyand ew van êrîşên tirsonek bi xurt şermezar dike û wiha got: "Ez bangî hemû Srî Lankayiyan dikim, bila di vê heyama trajîk da li cem hevdu bisekinin û bihêz bin."
Wezîrê Darayîyê Mangala Samaraweera jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê teqînan da got ev teqînên bûn sedema kuştina gelek kesên bêguneh baş hatine plankirin û armanca wan anarşî û alozî ye.
Hikûmet ji bo ku rê li ber nûçeyên derew bigre malperên medyaya civakî yên di nav da Facebook û Instagram jî hene heta demekê girt.