Türkan Tosun
13 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Li Srî Lankayê di 21ê nîsanê da êrîşên terorê çêbûbûn û duh jî li hemberî mizgeft û kargehên Misilmanan êrîş hatin kirin. Li ser vê hikûmetê heta demekê medyaya civakî car din asteng kir.
Li gor daxuyaniya Daîreya Enformasyonê ya Hikûmetê ya Srî Lankayê duh li bajarê Chîlawê bi keviran va êrîşî mizgeft û kargehên Misilmanan kirin. Hat gotin ji ber vê li welêt hemû cure medyayên civakî ji bo demekê hatine girtin.
Di vê navberê da li herêmên Bingiriya, Dummalasooriya û Kuliyapitiyayê qedexeya derketina derva ya ku duh hatibû îlankirin vê sibê hat rakirin.
Li Srî Lankayê di 21ê nîsanê da li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St. Sebastian a Katanayê, li dêra Dayika Meryem a li Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Kolomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.
Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Kolomboyê jî teqîn çêbûbûn.
Di êrîşan da 253 kes miribûn.