07 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Bismîla navçeya Diyarbekirê 11 mamoste bi îdiaya "di medyaya civakî da kirina propagandaya rêxistina terorê" ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Mamosteyên ku li xwendingehên navçeyê wezîfeyê dikin bi îdiaya di medyaya civakî da kirina propagandaya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Pişt ku karûbarên li ewlekariyê mamoste sewqî dadgehê kirin, li dozgeriyê îfadeya wan hat hildan û paşê serbest hatin berdan.
Der heqê mamosteyên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin da Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî lêpirsîn da destpêkirin.