Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Li Srî Lankayê di sê dêr û sê otelan da teqîn çêbûn, 138 kes mirin.
Li gor nûçeya rojnameya Daily Newsê di sê dêrên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û sê otelan da teqîn çêbûn 138 kes mirin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Rayedarekî nexwest navê wî bê eşkerekirin got wisa xuya dike ji van teqînan herî kêm du heb êrîşên xwekujiyê ne.
Serokê Dewleta Srî Lankayê Maithripala Sirisena daxuyand ew ji ber teqînan şaş û metel mane û bang kir ku bila her kes aram be.
Wezîrê Darayîyê Mangala Samaraweera jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê teqînan da got ev teqînên bûn sedema kuştina gelek kesên bêguneh baş hatine plankirin û armanca wan anarşî û alozî ye.
Çapemeniya welêt got di nav mirî û birîndaran da dibe ku turîst jî hebin.