Haydar Şahin
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
NEW YORK
Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê diyar kir ku Amerîkayê fona ji bo heyama malî ya 2018-2019an ji YEyê ra veqetandibû ew ê qasî 285 milyon dolarî kêm bike.
Haleyê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da û kêmkirina fonê wekî 'gaveke mezin a rast' nirxand.
Haleyê wiha got: "Bêtesîrbûna NYyê û mesrefên zêde ji xwe tê zanîn. Em ê êdî destûrê nedin ku merdiya gelê Amerîkayê were îstismarkirin an jî bê kontrol bimîne."
Amerîkaya ku ji pereyê ji bo heyama 2018-2019an a NYyê veqetandibû ew ê 285 milyon dolarî kêm bike di vê mijarê da welatê ku herî zêde tevkariyê dide ye. Budçeya NYyê ya 2 salên li pêşiya me 5,4 milyar dolar e û 3,3 milyar dolarê wî pereyî Amerîka dide. Wekî mayîn ji bo "hewlên parastina aştiyê" ya ku di banê NYyê da tên meşandin jî tevkeriyê dide.