Abdullah Tel
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
QUDIS
Wezîrê Dadê yê Îsraîlê Avîgdor Lîberman diyar kir ku ewê roja çarşemê pêşnûmaya qanûnî ya ku ji bo filistîniyan "cezayê îdamê" dixwaze bînin Knesset a Parlementoya Îsraîlê.
Lîberman di televizyona Îsraîlê da axivî û got ku wê pêşnûmaya qanûnî ya ji bo filistîniyên dijî hedef û armancên Îsraîlê tevdigerin cezayê îdamê tîne roja çarşemê wê bê meclisê.
Di berdewamiya axaftina xwe da Lîberman got ku ji bo erêkirin û yan jî redkirinê tura ewil wê çarşemê bê kirin û wiha pê da çû: "Qanûneke wiha di nav qanûnên Amerîkayê da jî heye. Ji ber vê jî tê tercihkirin ku Îsraîl li ser rêça pergala demokratîk a herî xurt a dinyayê here. Her terorîst û rêxistinên terorê yên dikevin girtîgehê bi armanca berdêlî dixwazin esker û sivîl bên revandin."
Pêşnûmaya qanûnî ji bo ku wek qanûn bê qebûlkirin divê di 3 tûrên parlementoyê da jî derbas bibe.
Li Îsraîlê cezayê Îdamê tuneye û ji ber vê jî bo sûcdaran bi sedan sal cezayê hepsê tê dayîn.