NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreteriya Giştî yê NYê Martîn Nesîrky, der barê serdana li Suriyê ya Nûnera Bilind a Bêçekkirinê ya YNê Angela Kane û biryarên ku hatine girtin de daxuyanî daye Sekreterê Giştî.
Nesîrky, got ku di çarçoveya peymana di navbera Misyona NYê û Hikûmeta Suriyê de, ji bo îdiayên li 3 cihan çekên kîmyewî hatine bikaranîn ku herêma Han el-Assal jî di nav de ye, dê herin Suriyê û li her 3 cihan dê lêkolînan bikin. Nesîrky, da zanîn ku Sekreteriya Giştî ji bilî van her 3 bûyeran li ser bûyerên din jî disekine û dê bi welatên endam re li ser îdiayên din jî bixebite.
Hikûmeta Suriyê, îdia kiribû ku muxalifan li herêma Han el-Assalê çekên kîmyewî bi kar anîne û serî li NYê dabû. Piştî Hikûmeta Suriyê Îngilîstan, Fransa û DYEê jî îdia kiribû ku rejîma Suriyê gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîne û serî li NYê dabûn.
Piştî welatên rojavayî Rusyayê îdia kiribû ku muxalifan li herêma Han el-Assalê çekên kîmyewî bi kar anîne û zanînên di dest de dabûn Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mon.
Ban Kî-mon, Misyona YNê ji bo lêkolîna îdiayan şandibû Suriyê lê ji ber ku rejîmê destûr nedabû; li sahayê xebat nehatibûn kirin.