30 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji enqaza maleke ku di bomberanên Rûsya û rejima Esed da hatibû hilşandin dergûşeke yekmehî hat derxistin.
Êrîşên li ser Îdliba di destê mixalifan da ya li bakurê Sûriyeyê hetanî destê sibê dewam kirin, di êrîşan da avahiyeke 5 qatî ya sivîlan hat teqandin.
Ekîbên parastina sivîlan hewl dan ku welatiyên binê enqaza avahiya ku teyareyên rejimê an jî yên Rûsyayê bombe kirin derxin, ji enqazê cinazeyê 7 kesan hat derxistin.
Ekîban di binê enqazê da dergûşeke yekmehî ya sax dîtin.
Piştî xebatên bi hûrgilî dergûş sax hat derxistin û ekîban dergûş bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya sehrayê.
Li gor ku ekîbên parastina sivîl tesbit kirin navê dergûşê Hamîde Matuk e û malbata wê jî yan di bin avahiyê da maye yan jî di nav miriyan da ye.
Ekîb ji bo tesbitkirina navên kesên ku di bombebaranê mirin dixebitin.
Ebû Xilfeyê berpirsiyarê parastina sivîl yê ku dergûş ji binê avahiyê derxist û bir ambulansê wiha qala wê dema ku dilê wî şewitî û giriya kir: "Me ew di qata çaran da ferq kir. Sax bû û birîneke wê ya giran tunebû. Şikir ji Xwedê ra. Dema çavên min bi wê ketin, keça min hat bîra min. Nayê gotin. Ez giriyam."