Ömer Koparan,Mehmet Burak Karacaoğlu,Ahmet Karaahmet
03 Sibat 2026•Rojanekirin: 04 Sibat 2026
Li beldeya Sirrînê ya li ser Heleba bajarê Sûriyeyê di lêgerîn û kontrolê da teqîn çêbû û 3 esker hatin kuştin, 7 esker birîndar bûn.
Artêşa Sûriyeyê li Sirrîna ku dikeve rojhilata Çemê Feratê di tunelên ku ji YPGya rêxistina terorê hatin safîkirin da xebatên lêgerîn û kontrolê dewam dike.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, di kêliya xebatên lêgerîn û kontrolê da bombeya ku rêxistina terorê wekî defik danîbû, teqiya.
Di teqînê da ji hêzên ewlehiyê 3 esker hatin kuştin, 7 esker birîndar bûn.
Artêşa Sûriyeyê li herêmên ku ji terorê hatine safîkirin, xebatên lêgerîn û kontrolê dewam dikin.
Dîmena tunelên ku rêxistina terorê li rojhilata Feratê di binê niştewaran da kolane, berî niha ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) va hatibû kişandin.