Önder Beyter
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
MOSKOVA
Firokeya ûris a cengê Sû-24 dema ku ji baregeha esmanî Himeymîmê ya li Sûriyeyê bi firê ket, ket xwarê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê da hat destnîşankirin ku firokeya cengê ya ku ji baregeha li bajarokê Himeymîmê bi firê ket, maweyeke kurt bi şûnda ket xwarê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku wextê muretebat çênebû ku qoltixê pekandinê bixebitîne û ji ber hindê hemûyan jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ew li ser wê îhtimalê disekinin ku firoke ji ber erizeyeke teknîkî ketiye xwarê û herwiha hat destnîşankirin, li ciyê ku firoke ket xwarê xesareke mezin çênebû.
Himeymîma ku li parêzgeha Lazqiyeyê ye, bona Rûsyayê baregeha sereke û navendî ye ku ji vir êrişên xwe yên esmanî yên li Sûriyeyê bi rê va dibe.