19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
ŞAM
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê êrîş bir ser bajaroka Arbînê ya li herêma Xuteya Rojhilat a paytext Şamê, di êrîşê de 3 sivîl mirin û 15 sivîl jî birîndar bûn
Ji rayedarên nexweşxaneya li sehrayê ya li Arbînê Diyaûddîn Bûşî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku balafirên şer ên rejimê bajaroka Arbînê ya li herêma Xuteya Rojhilat a paytext Şamê ya ku di bin kontrola mixalifan de ye bombebaran kir.
Bûşî diyar kir ku di êrîşê de 3 sivîl mirin û 15 sivîl jî birîndar bûn û da zanîn ku birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li herêmê.
Rayedarên parastina sivîl ên li cihê bûyerê jî diyar kirin ku li cihê bûyerê xisareke gelekî zêde çêbû û hin mal xira bûn.
Li Sûriyeyê agirbesta ku di navbera aliyan de bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê hatibû pêkanîn di 30yê kanûna pêşîn de ketibû meriyetê. Lê belê hêzên rejimê û komên terorîst ên piştgirê wê li hin herêma agirbestê îxlal dikin.
Îxlalên agirbestê bêtir ku herêma Xuteya Rojhilat a li Şamê û Geliyê Baradayê û bajarê Îdlibê û çolwarê rojava û başûr ê Helebê tên kirin.