19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê Tilkêfa li bakurê Mûsilê ji DEAŞa rêxistina terorê rizgar kir.
Evdilemir Yarullahê Fermandarê Operasyonên Mûsilê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir operasyonê ber destê sibehê dest pê kir, Tilkêfa li bakurê Mûsilê bi temamî ji DEAŞa rêxistina terorê hat rizgarkirin.
Li Tilkêfê bi piranî xiristiyan lê dijîn û li bakurê Mûsilê wek "keleha dawîn" a DEAŞê dihat qebûlkirin.
Hêzên artêşa Iraqê 3 meh in Tilkêf dorpêç kiribûn.