Tolga Akbaba
02 Adar 2026•Rojanekirin: 02 Adar 2026
Li Tehrana paytextê Îranê li gelek cihan li pey hev teqînên tund çêbûn.
Li gorî ragihandina peyamnêrê AAyê, di navbera Îran û her wiha Îsraîl û Amerîkayê da êrîşên dijî hevdu didomin û di demeke wiha da li rojhilat û başûrê Tehranê dengên gelek teqînên nû hatin bihîstin.
Piştî teqînan dûman quloz bû û ji aliyekî din va li ser bajêr liv û tevgera balafirên şer jî zêde bûye.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî digel Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Bahreyn di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebarankirina welêt da 555 kes hatin kuştin û 747 kes jî birîndar bûn.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Bahreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.