Ferizat Kaya
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ji 160î zêdetir welatî lêkolîn kir û encama raporê da şirketa Gallupê.
Di lêkolînê de î pirsên "Heke derfetên we hebin hûn dixwazin li welatekî dinê bi tememî bijîn an na?", "Hûn plan dikin di nava sala were de koçî welatekî dinê bikin an na?", "Hûn ji bo sala pêşiya me koçî welatekî din bikin tu amadehiya dikin an na?" ji mirovên gihaştî hatin pirsîn.
Li gorî bersivan, 710 milyon însan, heke derfeta wan hebe dixwazin koçî welatekî dinê bikin, 66 milyon kes di nava salakê de plan dikin ku koç bikin, 23 milyon kes jî ji bo vê armancê amadehiyên xwe dikin.
- Herî zêde dixwazin herin Amerîkayê
Di raporê da hat ragihandin ku mirov herî zêde dixwazin koçî DYA, Îngilistan, Erebistana Siûd, Fransa, Kanada, Almanya û Afrîkaya Başûr bikin. Kesên ku herî zêde dixwazin koç bikin jî li welatên Nîjerya, Hindistan, Komara Kongoya Demokratîk, Sûdan, Bangladeş û Çînê dijîn.
Tirkiye di lîsteya welatên ku mirov dixwazin herinê de di rêza 15yemîn de ye û kesên dixwazin koçî Tirkiyeyê bikin herî zêde ji Afrîka û Asyayê ne.