Ferizat Kaya
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
SILÊMANIYE
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) du tevgerên girîng Hereketa Guherînê (Goran) û Partiya Koma Îslamî ya Kurdistanê (Komel), li ser "paşveavêtina referanduma serbixwe", danezaneke hevpar weşandin.
Nûnerên Goran û Komelê li Silêmaniyeyê hatin bal hev û li ser "paşveavêtina referanduma serbixwebûnê" danezaneke ji şeş xalan pêk tê weşandin.
Li gorî daxuyaniyê hat xwestin ku "bila serokê HKIyê Mesûd Barzanî û hikûmeta wî biryara referandumê paşve bavêje û bila hilbijartina giştî di wextê xwe de bê kirin."
Di daxuyaniya hevpar de tê xwestin ku bila şert û mercên jiyanê yên welatiyan bên xweşkirin û mehaniyên ku hatine birîn bi tevahî bên dayîn. Her wiha hat gotin ku divê parlemento bê vekirin û muxalefetê jî tevî pêvajoya biryarên siyasî bikin.
Serokê HKIyê Barzanî di daxuyaniya xwe ya 7ê hezîranê da bi fermî îlan kiribû ku wê referanduma serbixwebûnê ya ku ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin di 25ê îlonê de çêbikin. Li ser vê jî Serok Barzanî û heyeta pê re ji bo hin têkiliyan çû Bruksela paytextê Balçikayê. Her wiha Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî jî li ser daweta fermî ya Îranê li Tehranê ye.