Elif Orhan
29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Paçikên sembola PYD/PKKya rêxistina terorê li avahiya deriyê sînor ê li navçeya Til Abyada girêdayî Reqaya bajarê Sûriyeyê ya ku dikeve hemberî Akçakaleya navçeya Rihayê hatin daliqandin.
Li avahiya li aliyê din ê Akçakalayê cî digire paçikên sembola PYD/PKKya rêxistina terorê hatin daliqandin.
Paçikên ku li avahiya gumrikê ya Til Abyada bin kontrola PKK/PYDya rêxistina terorê de ye hatin daliqandin ji Tirkiyeyê tên dîtin.
Mensûbên PKK/PYDya rêxistina terorê du roj beriya niha banê avahiya gumrikê paqij kiribûn û alaya Amerîkayê ya di dîregê de daliqandî jê kiribûn.
Tevdîrên giran ên hêzên ewlehiyê yên li herêmê dewam dikin.