29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
AZEZ
Di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de di kozik û sitargehên li Çiyayê Bûrseyayê yên ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ji terorê paqij kir de gelek hebên hişbir ên PYD/PKKya rêxistina terorê hatin dîtin.
Îro bi operasyona hevpar a TSK û ASAyê Çiyayê Bûrseyayê ya ku ev nêzî 4 salan bû ku ji aliyê rêxistina terorê ve hatibû dagirkirin ji PYD/PKKê hat sitandin. Hêmanên TSK û ASAyê di encama operasyonê de di kozik û sitargehên rêxistina terorê yên li lûtkeya çiyê de xebatên lêgerîn û kotnrolê kirin û gelek hebên hişbir bi dest xistin.
Hişbira bi navê "Captagon" a ku li Sûriyeyê wekî dermanê wêrekiyê tê zanîn berê jî di operasyonên mixalifên Sûriyeyî yên dijî rejima Beşar Esed de li baregehên rejimê hatibûn bidestxistin.
Di dema Herekata Mertala Firatê ya ku ji bo ku sînorê Tirkiyeyê ji terorê bê paqijkirin herekata ewil bû de di cihên eskerî yên DEAŞê de jî "Captagon" derketibû û ev made ji aliyê rêxistinên terorê ve ji bo milîtanan tê tewsiyekirin.
Li gor îfadeya endamên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku li Çiyayê Bûrseyayê hatin radestkirin rêxistin di dema belavkirinê de dibêje terorîstan ku dê derman wan hişyar bigire, enerjiyê bide wan û nehêle lku biwestin.
Tê zanîn hişbira ku PYD/PKKya rêxistina terorê ji bo bikaranînê belavî terorîstan kir di heman demê de yek ji çavkaniyên dahatê yên herî girîng ê rêxistinê ye.