Ji hêla din, hêzên hikûmetê li dijî cudaxwazên ku avahiya şaredariya Marîûpolê dagirkirin jî operasyon lidarxistin.
Şahidên bûyerê anîn ziman ku ji navenda bajêr dengê guleyan hat, kesên ku avahiya şaredariya Marîûpolê dagirkirin ji vir derketin û xwe spartin xwaringeheke nêzî şaredariyê.
Duhê li bajarê Lûganskê komên cudaxwaz avêtibûn li ser şaxa leşkeriyê û di encamê de 2 leşker miribûn.
Hêzên hikûmetê li hin bajarên ku di kontrola cudaxwazan de ne operasyonên xwe didomînin.