İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2019
Li herêma El-Kerameyê ya ku dikeve rojavayê Urdunê agir bi malekê ket û 13 Pakistanî tê da mirin.
Li gor nûçeya têlevîzyona dewletê ya Urdunê, ekîbên îtfaiyeyê yên wilayeta Belkayê serê sibê li herêma El-Kerameyê ku li rojavayê welêt girêdayî bajarê Eş-Şûna el-Cenûbiyyeyê ye, maleke ku agir pê ketibû temirand.
Di malê da du malbat diman û mal li ser zeviyekê bi tenekeyan hatibû çêkirin. Di şewata malê da 13 kesên Pakistanî mirin, 3 kes birîndar bûn.
Hat gotin, jibo kifşkirina şewata malê miqaman komîteyek ava kir.
Welatiyên Pakistanê ji serê sala 1970yî vir va ji bo ku di zeviyên çandiniyê yên li Geliyê Urdunê (herêma Axvarê) da bixebitin, diçin Urdunê.