02 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2019
Mueyyed Şaboyê 14 salî ku mecbûr maye û tevî sefên YPG/PKKya rêxistina terorê bûye, dema Herekata Kaniya Aştiyê ji rêxistinê revî û teslîmî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) bû.
Terorîstên YPG/PKKyî beriya Herekata Kaniya Aştiyê Şabo bi zorê hildane binê sîlahê. Şabo ji nûçegihanê AAyê yê li Resûleynê ra qala çîroka xwe kir ku çawa ji rêxistinê reviye û teslîmî ANSyê bûye.
Şabo got ku ew ji Katofa gundê Resûleynê ye û wiha dewam kir, "Em 4 xwişk û bira ne û ez yê nixurî me. Bavê min 3 sal berê mir. Min heta pola 6emîn xwend, lê piştî wefata bavê min min dev ji dibistanê berda û xebitîm. Barê xwiş û birayê min û diya min ser milê min ma."
Şabo diyar kir ku ew bi zora sîlahê tevî rêxistinê bû û wiha got:
"Ez rojekê li malê rûniştî bûm. PKKyî hatin û keç û xortên gund li hev civandin. Em birin yekîneyekê û li wê derê 40 şevî perwerdeya sîlah û rêxistinê dan me. Li qaşo navendên perwerdeyê yên rêxistinê bi min va 84 kes hebûn. Di di nav da wan zarokên emrê wan di navbera 12 û 14 salan da ne jî hebûn û ew jî bi zora sîlahê li wê derê bûn."
- "Her kesên ku dikaribûn çek hildana, hildidan"
Şabo got, "Di perwerdeyê da telîmat dan me û gotin 'Hûn ê herin Resûleynê û heke operasyonek çêbibe hûn di eniyê da şer û parastinê bikin.' Her kesên ku dikaribûn çek hildana, hildidan. Di vê maweyê da destûr nedan ku ez bi malbata xwe ra xeberdim."
Şabo wiha xeberda, "3 kesan perwerde didan, lê Erebiya wan pir xerab bû. Dema perwerdeya çekê hin hereketên eskerî hînî me dikirin."
Şabo diyar kir, kesên ku xebera terorîstan nekira ji wan ra 12 saet nobet dinvîsîn û wiha dewam kir, "Bi kolandina tunelê va jî ceza dikirin."
- "Di perwerdeyan da qala serkirdeyê rêxistina terorê Abdullah Ocalan dikirin"
Şabo bal kişand ku di kampa terorê da propagandaya PKKyê dihat kirin û wiha dewam kir:
"Di perwerdeyan da qala serkirdeyê rêxistina terorê Abdullah Ocalan dikirin. Qala avabûna PKKyê dikirin û digotin ku li vê herêmê Kurdistan wê ava bibe û tu heqê Tirkiyeyê li Sûriyeyê tuneye."
Şabo wiha qala çîroka reva xwe kir:
"Em ber bi Resûleynê va bi rê ketibûn. Wexta ku em gihîştin herêma Menacirê, kincên eskeran li me bûn. Me kincên xwe derxistin û yên sivîl li xwe kirin. Hinekan wê ji me ra sîlah bianiyana. Ji me ra gotin ku li bendê bimînin. Em 20 kes bûn. Me xwe di hendekekê da veşart û em paşê revîn malên xwe. Ez dora saet 02.00î gihîştim mala xwe. Diya min derî li min vekir. Çawa çavê wê bi min ket, çû secdeyê. Giriya. Eqrebayên me yên bihîstin ku ez vegeriyame jî hatin. Wexta ku ez revîm kincên min şil û şo bûbûn. Ez nexweş ketibûm. Serûm dan min û ez paşê bi xwe va hatim. ANSyê gund ji rêxistinê rizgar dikirin. Wexta ku hatin gundê me, ez çûm cem wan û min ji wan ra got ku PKKyê ez bi zorê birim û kirim binê sîlahê. Ez bixwe teslîm bûm. Min dizanibû ku sûcê min tuneye."