İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2019
Balafirên şer ên rejima Esed li başûrê Îdlibê êrîşa esmanî bir ser navçeyên Marratînnûman û Seraqîb û gundên Hulubbe, Ruffa, Sirman, Kenaîs, Til Krîsyan û Berseyê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Prastina Sivîl a Îdlibê (Kumspî) hat hildan, balafirên şer ên rejima Esed li navçeyên Marratînnûman û Seraqîbê li cihên bazarê xistin.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşa Seraqîbê da kesek, li Marratînnûmanê 10, bi tevahî 14 sivîl hatin kuştin, 27 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên Parastina Sivîlan li cihên bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina enkazan didomînin.
Ji aliyê din va li gor agahiya ku ji mala çavdêriya balafiran a mixalifan hat hildan, balafirên şer ên Ûris ji serê sibê vir va li başûrê Îdlibê êrîşî gundên Kefer Secne û Hîrakiyê dikin.
Ji serê meha cotmehê vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên ku eskerên rejima Esed, komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e û Rûsyayê kirin da nêzî 62 hezar sivîl ji cî û warên xwe bûn.
Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne ji milyonekî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.