XEZZE
Li Xezzeyê ji bo xwendekarên lîseyê dest bi perwerdeya leşkerî kirin. Ders mecbûrî nînin.
Wezîrê Perwerdeyê Usame el Mezînî daxuyanî da û got: "Di çarçoveya dersên leşkerî de dê ji bo xwendekarên lîseyê dersa hunerên lihevxistinê û bikaranîna çekan bê dayîn."
Mezînî bal kişand ku beşdarvan ji sala par zêdetir in û wiha pê de çû: "Armanca vê perwerdeya bingeh ew e ku ewladên umeta Îslamê xwe li hemberî dijmin Îsraîlê biparêze. Projeya perwerdeya leşkerî ji bo şiyarbûna gelê Xezzeyê girîng e."
Hat diyarkirin ku perwerde dê di 48 dibistanan de bi beşdarbûna 13 hezar xwendekarî bê kirin.
Par 5 hezar kes beşdarî perwerdeya bi navê "pêşengên rizgariyê" bûbû.
Kordînatorê giştî yê projeya perwerdeya leşkerî Serbaz Mihemed Al Nahale got dê dersên pratîk û teorîk yên weke tedawiya pêşîn, lihevxistina ji nêz ve, xweparastin, parastina sivîl, xwepêşdexistin, îstixbarata hember û rêvebiriya afatê bê dayîn.