Haydar Şahin
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 25 Sibat 2020
Li Xoya bajaroka Azerbeycana Rojava ya eyaleta Îranê erd bi lerza 4,3yan hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) li Xoyê di saet 02.44an da erd bi lerza 4,3yan hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Li heman herêmê di 23yê sibatê da di saet 08.53yan da erd bi lerza 5,7an hejiyabû, di erdhejê da li Kaşkol, Gewenlik, Gelenler û Ozpinara gundên Başqeleya navçeya Wanê ya li nêzî sînorê Tirkiye-Îranê hin xanî û tewle hilweşiyabûn.
Di erdhejê da li gundê Ozpinarê 4ê wan zarok 6 kes li gundê Guwenlikê jî 3 kes miribûn û 54 kes jî birîndar hatibûn xilaskirin.
Dîsa di heman rojê da li Xoyê di saet 19.00an da erd bi lerza 5,9an hejiyabû û hatibû diyarkirin ku li Wan tiştek bi tu kesî nehat.
Di erdhejê da li Wanê 250 avahî û 300 tewle hilweşiyan, 700 xaniyî jî zirareke mezin dîtin.