27 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2019
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Îdlibê di êrîşên esmanî yên navbera 15-25ê berfanbarê yên rejima Beşşar Esed û Rûsyaya piştgirê wê da 86 sivîl hatin kuştin.
Li gor rapora SNHRyê rejima Esed û Rûsyayê di navbera 15-25ê berfanbarê da li başûrê Îdlibê êrîşên xwe zêde kirin û di van êrîşan da 21 jê zarok 18 jê jin bi tevahî 86 sivîl hatin kuştin.
10 jê zarok, 11 jê jin bi tevahî 42 sivîl di bombebarandinên rejima Esed da hatin kuştin.
Di êrîşên esmanî yên Rûsyayê da jî 11 jê zarok, 7 jê jin bi tevahî 44 sivîl hatin kuştin.
Di bomberandinên rejim û Rûsyayê da dibistan 9, navendên tenduristiyê 2, cihên pazaran jî 6 caran hatin bombebarankirin.
Di nav 11 rojan da rêyên ku sivîl tê ra diçin û tên 9 caran hatin bombebarankirin, kampên penaberan jî 3 caran hatin bordûmankirin.
Firokeyên rejimê jî herî kêm 248 êrîşên bombeya warêlê birin ser cî û warên sivîlan.
- Rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê
Li gor çavdêriya nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê êrîşên esmanî yên li Îdlibê pêr sekinîn.
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û derdora wê wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya Îdlibê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Tirkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî di nav 2019an da ji milyonekê derbastir bû. Tenê ji serê meha borî vir va li herêmê jimara kesên ku ji cî û warên xwe bûn derket 217 hezarî.