Fatih Gazioğlu
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
ÎDLIB
Li Maratînumana navçeya Îdliba li bakurê Sûriyeyê di êrîşên esmanî yên balafirên Rusyayê vde 10 kes hatin kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê Hac Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha dawîn da êrîş zêdetir bûn û wiha axivî: "Balafirên şer duh şev jî êrîşî navçeya Maraînumanê kirin û 10 sivîl hatin kuştin, 20 sivîl jî birîndar bûn."
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê van herdu mehên dawîn rastî êrîşên esmanî tê. Li herêma Îdlibê di êrîşên esmanî de bi tenê di meha rêbandanê de 211 sivîl hatin kuştin, hezar û 447 kes jî birîndar bûn.
Îdlib di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da ji aliyê Tirkiye, Rûsya û Îranê ve wekî "herêma kêmkirina rageşiyê" hatibû îlankirin.