Nihat Kavşut
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 18 Tebax 2019
Li Sûriyeyê ji ber êrîşên balafirên şer yên rejima Beşar Esed ku dibin ser herêmên di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da ji malbatekê piranî zarok 6 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn.
Li navçeya Marratînnumanê, beldeya Temaniyeyê û gundên Marritxirme, Hezarîn, Reqaya, Nukeyer, Şêx Mistefa û Deyr Şerqî, li dorbera bakurê Hemayê li navçeyên Kefer Zîta û Latamineyê û gundê Latmînê ji esman û bejayê va êrîşên rejim û alîgirên wê dewam dikin.
Mistefa Hec Yûsifê Midûrê Parastina Sivîl ya Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber êrîşên esmanî yên rejima Esed li gundê Deyr Şerqiyê ji malbatekê piranî zarok 6 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên mala çavdêriyê ya mixalifan balafirên şer yên Rûsyayê jî êrîşî texma navçeya Marratînnumanê kirin.