29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ÎDLIB
Di êrîşeke esmanî ya balafirên cengê yên Rûsyayê li dijî Erîhaya navçeya Îdlibê da 40 kesên ku di nav wan da jin û zarok jî hene hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên bergiriya sivîl ya navçeya Erîhayê stend, balafirên cengê yên Rûsyayê li Îdlibê êrîşî bajarê Erîhaya ku di jêr kontrala mixalifan da ye kirin.
Rayedaran ragihand jî, êrîşa ku 40 kes tê da hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn, bi rêjeyeke gelek xesara madî jî gihand wê herêmê, birîndar jî, bi mebesta dermankirinê gihandine nexweşxaneyên sehrayê.
Balafirên cengê yên Rûsyayê di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê da li Sûriyeyê ne û êrîşan li dijî niştecihên sivîlan yên li Hums, Hema, Heleb û Îdliba ku di jêr kontrola mixalifan daye li dar dixin.